Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku êrişa kujer a li ser Dibistana Seretayî ya Secere-i Tayyibe ya li eyaleta Hurmurganê ya Îranê di çarçoveya sûcê şer de bê lêpirsîn. Di êirşê de gelek zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Êrişa ku sibeha 28'ê Sibatê hate kirin, di nava pêla êrişên hewayî ya hêzên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê de pêk hat. Hikumeta Îranê ragihand ku êriş ji aliyê koalîsyona DYE-Îsraîlê ve hate kirin, herdu welatan jî berpirsyarî qebûl nekirin.
Lêkolînera Laboratûwarê ya Lêpirsîna Dîjîtal a HRW'ê Sophia Jones got, "Divê êriş bi berfirehî bê lêpirsîn, şert e ku bê lêkolîn bê berpirsyaran zanîbûn dibistan e yan na. Yên ku ji êrişên neqanûnî berpirsyar in divê hesab bidin."
Dibistan li nêzî navenda Hêzên Derveyî ya Artêşa Muxafizên Şoreşê ya Îranê jî be, li gorî daneyên HRW'ê dibistan bi dîwarekî ji herêma leşkerî cuda ye û deriyê wê jî ji kolaneke cuda ye.
Serê sibehê Serokê DYE'yê îdîa kir ku li pişt êrişê Îran heye.